Petition for Unified Disscourse on the Independence of Kurdistan

Ji bo hew dengiya li Kurdistanê ez vê bangewazê îmze dikim. Ji kerema xwe tu jî îmze bike.

Hevwelatiyên hêja!

Ew dema hestiyar û wê qonaxa taybet a dîrokî ku hilgirê sedan peyam û nîşaneyên zelal yên guhertinan e di asta nexşeya siyasî û peyvendiyên jeopolîtîkî yên Rojhilata Navîn, bê guman bandorek bingehîn û rasterast li ser pêgeha siyasî ya paşerojê ya Kurdistanê heye û Jiber wê yekê kurdistaniyên her çar parên Kurdistanê û yên li diyaspora xwe li hember komek pirsên çarenûssaz de dibînin. Yek ji encamên erênî yên vê rewşa dîrokî, bê guman bilindbûna bêhtir a banga yekîtiyê ye ku di medya û torên civakî de li hêzên Kurdistanî daxwaz tê kirin. Lê mixabin, ya ku di vê qonaxa dîrokî ya taybetî de kêm tê nîqaşkirin, ew tevliheviya gotarî ye ku em Kurd di vê dema hestiyar de kêmtir tecribe dikin. Pirsa sereke ew e ku em li ser bingeha kîjan stratejîya nîştimanî û di çarçeweya kîjan gotara netewî de li dora hev kom bibin da ku em bikarin êşa sedsalîya wêranîya li ser xwe derbas bikin û din wê guhertinê de xwe bibin aktor û sûbjeyê dîrokê û pêgeheke sîyasî û nasnameyeke jêhatî bo Kurdistanê desteber bikin. Ji ber vê yekê min ev bangawazî îmze kir ku ez bibim dengek li pêxema yekitiya gotarî, ku li gorî baveriya min ê Kurdistanî hilgirê du taybetmendiyên çarenûssaz e.

Yek: Pêşî divê ez qebûl bikim ku Kurdistan welatekî kolonî ye

Bi nêrîna minê Kurdistanî ku wê bangewazê îmze dikim, Kurdistan bi giştî (Hewdem tevî li ber çavgirtina taybetmendiyên her parçeyekî) weke pêkhateyeke siyasî-cografyayî di nava sîstema siyasî û yasayî ya niha a welatên serdest û dagîrker ên weke Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê de ji aliyê dîrokî, sîyasî, aborî, çandî û zimanî ve, weke kolonî tê birêvebirin. Di çarçoveya van sîstemên kolonyal de, minê Kurdistanî mafê wê yekê nîne ku di qada giştî ya bajar û gundên xwe de mafên xwe yên bingehîn bi awayekî sazî û yasayî îfade bikim. Wek mînak li Îraqê, tevî mafên min ên destûrî yên zelal wek Kurd, hikûmeta navendî ya kolonyalîst û milîsên girêdayî bi Îranê di salên bihorî de bi armanca zewtkirina zêdetir a mafên min yên destorî ku li pêgeha herêma Kurdistanê de reng wedide, bi berdewamî dezgehên xwe yên zordarê serkûtker û yasayî mifah wergirtiye û roj bi roj zêdetir paşve vekişîn bi min kirine. Li Sûriyeyê, tevî ku zêdetirî nîv sedsal li dasepandina pratîka kolonyalîstî, piştî rûxandina rejîma Esed hê jî hêviyên çareseriyê ji bo minê Kurd mij û ne diyar in. Li Îran û Tirkiyê jî ezê Kurd herî baş tenê mafê hebûna min weke mexlûqekî folklorîk di qadeke taybetî de heye, her çend car caran ew hebûna folklorî jî ji aliyê dewleta kolonyalîst ve rastî êrîşan û zordestiyê tê. Hêjayî gotinê ye ku ji bilî tundûtûjiya rojane ya ku dewletên kolonyalîst bi amûrên req û wêrankirina fizîkî li ser merivê Kurd birêvedibin, makîneyên guhertina demografîk, asîmîlasyon û şerê nerm ên dewletên desthilatdar li dijî minê Kurdistanî hertim mijûlê jînosayda zimanî û çandî bûye. Ez bi vê îmzeyê dibêjim ku Kurdistan hem netewe ye, hem dîrok e, hem nasname ye, hem ax û hem jî nîştimanek e ku ji aliyê çar dewletên serdest ve hatiye kolonîzekirin.

Duyem: divê li min eşkere be ku serweriya siyasî û netewî tekane rêya rizgariyê ye

Minê Kurdistanî gelek caran ji xwe dipirsim ku çima û bi kîjan sedemê piştî dehan salan têkoşîn û berxwedaneke berdewam, qurbanîdana bi hezaran zarokên welat, koçberbûna bi hezaran hevwelatî, bi dehan tevgerên giştî û girseyî di asta bilind a netewî û her wisa fîdakarî û têkoşîna bi hezaran xebatkarên siyasî û sivîl, heta niha jî minê kurd nekariye kêmtirîn mafê siyasî, medenî û çandî bi dest bixin û divê ez bi berdewamî di vê çembera dîrokî ya girtî de sergerdan û eware bi dora xwe de bizivirim. Minê Kurdistanî gelek caran ji xwe pirsiye ku başe gelo çareserî çi ye û divê ez çi bikim û çawa bifikirim da ku xwe ji rewşa kolonyalîzmê rizgar bikim û azad bijîm. Ez li riya vê îmzayê, bang li hevwelatiyên xwe dikim û bi zimanekî sade, wêdetir li her gengeşeya rewşenbîrî û akademîk dibêjim ku stûna navendî ya gotara rizgariya nîştimanî ji bo min misogerkirina serweriya siyasî ye. Ev serweriya siyasî/nîştimanî ku di pêvajoyeke dijwar û bêveger re derbas dibe, tenê bi avakirina dewleta Kurdistanê bi dawî dibe.

Welatiyê/a  hêja! Ger hûn hest dikin ku ew îmzekirina ji hêla rayedaran ve we dixe xeterê, hûn dikarin nasnav bikar bînin û e-mailê jî neşînin.

Ji bo îmzekirinê li ser bişkoja jêrîn bikirtînin